26 November 2026 - 13:25
Source: Roj News
Welatiyên Başûr li dijî biryarên Iraqê nerazîbûn nîşandan

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul- Beytê (s.x) – ABNA – Welatiyên Başûrê Kurdistanê li gelek bajar û navçeyan li dijî biryarên hikûmeta Iraqê yên li ser Herêma Kurdistanê xwepêşandan li darxistin û dan diyarkirin ku ew biryarên hikûmeta Iraqê qebûl nakin.

Li Hewlêr, Dihok, Zaxo û Soran di saet 10:00’an de welatî li dijî biryarên hikûmeta Iraqê yên li ser Herêma Kurdistanê daketin qadan û nerazîbûn nîşandan.

Beşdarvanên xwepêşandanan dan diyarkirin ku tevî krîza aborî û pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê yên wekî pêkneanîna hikûmetê û jiyana zehmet a welatiyan hene, lê armanca biryarên Elî Zeydî biçûkxistin û sinordarkirina Herêma Kurdistanê ye.

Welatiyan diyarkirin ku ew biryarên hikûmeta Iraqê yên li ser Herêma Kurdistanê red dikin û divê her pêngavek were avêtin bi rêyên dîplomatîk û giftugoyê çareser bibin. Her wiha gotin ku divê bi zimanek tûn

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha